Meclisa Kongra Star a Lubnanê piştgiriya da YPJ'ê

Meclisa Kongra Star a Lubnanê piştgiriya xwe ji bo Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand û bal kişand li ser rola YPJ`ê di parastina civakê de û girîngiya beşdariya jinan di pêkanîna aştî û aramiyê de li Sûriyeyê.

Meclisa Kongra Star a Lubnanê piştgiriya da YPJ'ê
3 gulan, 2026   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a Lubnanê bi daxuyaniyekê û piştgiriya xwe ji bo Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand.

Daxuyanî li Navenda Komeleya Newroz ya Çandî ya li Beyrûtê hate xwendin.

Meclisê piştgiriya xwe ji bo YPJ`ê ragihand û diyar kir ku divê YPJ'ê di her rêkeftinek siberojê de bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re werin tevlîkirin, rol û qurbaniyên wan werin naskirin û xweserî û statuya wan wekî hêzek jinan a rêxistinkirî di çarçoveyek neteweyî ya berfireh de were parastin.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên jinan û demokratîk û raya giştî hat kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinên Sûriyeyî û rola wan a pêşeng di parastina civakê û avakirina siberojeke aramtir û dadperwertir de.

(k)