7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Qamişloyê di merasîma oxirkirina 7 cangoriyan de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan dan.

7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
7 cangorî li Qamişloyê hatin oxirkirin
3 gulan, 2026   15:41
QAMIŞLO

Şervana YPJ'ê Hêzil Tolhildan (Vercîn Menan), şeravnên QSD'ê Çekdar Qamişlo (Ebdulkerîm Hindî), Xebat Efrîn (Silêman Bîbo),  Bakur Cindirês (Xidir Şêx Hemade), Roj Mihemed Osê (Roj Qamişlo) û endamên Asayîşê Cîhad Îzedîn û Rêzan Elî di navbera 17'ê Çileyê û 24'ê Nîsanê de şehîd bibûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin.

Bi sedan kes tev li merasîmê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Emar Mûsa axivî. Mûsa di axaftina xwe de şehîd bi bîr anîn û soza da ku heya avakirina civakeke demokratîk dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Endamê Asayîşê Şivan Derwîş jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dewama merasîmê de hevserokê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişloyê Mele Elî Resûd anî ziman ku şehîd bi nirx û bedelên ku dane nemir in û jêdera berdewama têkoşînê ne.

Piştî axaftin bi dawî bû, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(bb)