Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir

Şervanê QSD'ê Baz Amûdê (Hesen Hacî) yê 19' Çileya îsal li Reqayê şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
Xelkê Amûdê şehîd Baz oxir kir
3 gulan, 2026   15:12
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê merasîma cenazeyê yê şervanê QSD'ê Baz Amûdê (Hesen Hacî) yê 19' Çileya îsal li Reqayê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Îsamîl Hogir dar xist. 

Girse piştî cenaze wergirt, bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re berê xwe dan pakrewangehê.

Li pakrewangehê merasîmek pêk hat. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Mihemed Omerî axivî û got: "Baz li Reqayê bi destê xayîn û bêbextan şehîd bû. Xayînan biryara tunekirina me dabûn, me jî biryara berxwedanê da û me got Berxwedan jiyan e."

Mihemed Omerî diyar kir ku berxwedan şehîd Baz û hevalên wî hişt ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê bibin yek û sînor derbas bikin û ev li gotinên xwe zêde kir "Ji tevahiya cîhanê Kurd ji bo Rojava seferber bûne û gotin, em gel layîqî azadî û rûmetê ne, em teslîm nabin. Gotin an serkeftin an serkeftin."

Di merasîmê de endama Kongra Star Leyla Selman jî axivî û bi van gotinan piştgiriya xwe bi YPJ û YPG'ê re anî ziman "YPG û YPJ'ê şervanên me ne. Em wan tenê nahêlin. Em axa vî welatî jî ji dijmin re nahêlin. Em bejna xwe li hemberî malbata şehîd û tevahî şehîdên azadiyê ditewînin. Her wiha em soz didin şehîdên xwe yên nemir ku em gav paşde navêjin, em ê heya dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin."

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd Baz xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de girse cenazeyê şehîd Baz bi dirûşman spartin axê.

(bb)

ANHA