Meclisa Bilind a Islamî ya Elewiyan hikumeta veguhêz bi şewatên li peravê tawanbar kir

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewî li Sûriye û derveyî wê got destê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di şewitandina daristanên peravê vê dawiyê de hene û destnîşan kir ku hikumeta veguhêz berpirsê, zirarên vê şewatê ne. Di heman demê de hişyarî da ku di encamê de rewşa mirovî xirabtir bibe.

Meclisa Bilind a Islamî ya Elewiyan hikumeta veguhêz bi şewatên li peravê tawanbar kir
14 tebax, 2025   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewî li Sûriye û derveyî wê, got destê hikumeta veguhêz di şewatên vê dawiyê li gundên peravên Sûriyeyê de heye. Meclisê, “desthilat” tawanbar kir ku bi zanabûn, tîmên agirkujiyê û yên parastina sivîl naşîne û nahêle şêniyên herêmên derdorê jî alîkariyê bikin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku delîl hene ku ev şewat “bi zanabûn e”, elewî rûbirûyî agirê hatine hiştin. Meclisê ev helwesta hikumetê bi “hevkar û temaşeker” wesifand.

Meclisê şewitandina daristanê “bi sûcekî ducarr” wesifand û bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî, hiqûqî kir ku destwerdanê bikin, piştgiriya meydanî pêşkêş bikin, fişarê li desthilatê bikin ji bo ku şewatan vemirîne û sivîlan biparêze. Meclisê şewatên li daristanan bi “karesateke jîngehî û mirovî” wesifand.

Di dawiyê de meclisê bang li gelê Sûriyeyê kir ku piştgiriyê bidin û got: “Tiştên diqewimin, li dijî axê, mirov û hebûna wî ye.”

(şx)