Şehîd Nadiya El Yûsif li Tirbespiyê hate veşartin

Pêkahteyên Tirbespiyê cenazeyê şehîd Nadiya El Yûsif defin kir û got divê ew ê armancên şehîdan bi cih bînin.

Şehîd Nadiya El Yûsif li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Nadiya El Yûsif li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Nadiya El Yûsif li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Nadiya El Yûsif li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Nadiya El Yûsif li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Nadiya El Yûsif li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Nadiya El Yûsif li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Nadiya El Yûsif li Tirbespiyê hate veşartin
14 tebax, 2025   22:37
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê bi merasîmekê hevseroka Gerînendetiya Sotemeniyê ya kantona Cizîrê Nadiya El Yûsif li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê oxir kir. 

Endam Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û behsa fedakariyên şehîdan di şoreşa 19`ê Tîrmehê de kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Vîviyan Beho Osê jî axivî û behsa taybetmendiyên şehîd Nadiya kir û got ku wê di oxira parastina herêmê de kurê xwe feda kiriye. 

Vîviyan wiha domand: “Mînaka jina ku cihê xwe di nava civakê û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk de girtiye bû”

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Cizîrê Perwîn Yûsif got: “Jinên têkoşer di şoreşê de roleke girîng lîst û ji bo Sûriyeya demokratîk a nenavendî, xebitî.”

Di dawiyê de Perwîn soz da ku rêya şehîdan bidomînin, ji bo ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û serkeftinê bi dest bixin.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û şehîd Nadiya di nava tilîliyên dayîkan de hate veşartin.

(şx)

ANHA