Meclisa Babê: Di pevçûna çeteyan de welatî tên qetilkirin

Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kir ku şêniyên li deverên dagirkirî bi taybetî li Babê dibin qurbaniyên pevçûna di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de. Meclisê got: "Em amade ne alîkariyê pêşkêş bikin û em ê di têkoşîna xwe ya rizgarkirina tevahî xakê ji dagirkerî û terorê de dewam bikin."

Meclisa Babê: Di pevçûna çeteyan de welatî tên qetilkirin
8 nîsan, 2024   04:35
MINBIC

Herêmên ku dewleta Tirk a dagirker, dagir kirine, bûne wargeha komên çete yên bermayiyên DAIŞ'ê û çeteyên Hemzat, Emşat, Cebhet Şamiyê û Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker. Ji wan herêman bajarê Babê ye ku tê de her demekê di navbera wan çeteyan de pevçûn derdikevin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Erîme ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di dema dawîn de komên çete yên Hemzat, Emşat, Cebhet Şamiyê û Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ku li ser lîsteya terorê ye, li rojhilatê Babê kom bûn. Li deverên wek Qebasîn, Raî, Cerablis û gundewarê Babê jî komên tevlihev hene."

El Erîme destnîşan kir ku di navbera wan komên çete yên li Babê de pevçûn derdikevin û dewleta Tirk a dagirker jî roleke sereke di wan pevçûnan de dilîze da ku hebûna xwe li Sûriyeyê rewa bike. Wê yekê dike ku piştre xwe çareserkerê pirsgirêkên nava çeteyan de nîşan bide û herêmên dagirkirî kontrol bike. Piranî pevçûn ji bo pereyanû dabeşkirina zeviyan pêk tên. Lê welatî dibin qurban."

El Erîme wiha pê de çû: "Koma çeteyan a ku zêdetir serî ji dagirkeriya Tirk re ditewîne, ew kom pişgiriyê ji dewleta Tirk werdiger ku komên din tune bike."

El Erîme wiha domand: "Di dema dawîn de çeteyan hewl da xwe li qada Sûriyeyê bi taybetî li herêmê me ferz bikin. Ji bo wê jî wan herêmên me topbaran kirin û hewl dan derbasî herêmên me bibin, lê hemû hewldan û êrişên wan hatin têkbirin."

Der barê zehmetiyên şêniyan de El Erîme got: "Li bakurê Sûriyeyê rojane sûcên kuştin, talankirin, tecawîzkirin, revandin û girtinê li dijî şêniyan pêk tên."

El Erîme diyar kir ku şêniyên li deverên dagirkirî bi wan re têkiliyê dikin û got: "Ew ji me re dibêjin ku ew hewl didin xwe bigihînin herêmên me da ku bi aştî bijîn, lê belê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rê nadin wan û bi guleyan li hember wan disekinin."

Di dawiya axaftina xwe de El Erîme got: "Em ji şêniyên li deverên dagirkirî re dibêjin ku em bi wan re ne û amade ne alîkariya wan bikin. Her wiha em ê heta rizgarkirina hemû deverên dagirkirî têkoşîna xwe bidomînin."

(mh)

ANHA