Li Derayê teqîn: 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li Derayê 2 bombe hatin teqandin û di teqînan de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Derayê teqîn: 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
8 gulan, 2024   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku kesên nenas bombe di 2 erebeyên "Rêveberiya Muxabarata Giştî" ya hêzên hikumeta Şamê de bi cih kirine ku li ser rêya bajarê Hare û bajarokê Zemrîn ê bakurê Derayê de teqiyan. 

SOHR`ê da zanîn ku di encamê de 2 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Bi vê daneyê re hejmara kesên ji destpêka salê ve li herêmê hatine kuştin, bû 148. Piraniya wan leşkerên hikumeta Şamê û şênî ne.

(şx)