Malbatên Şehîdan: Em dest ji têkoşînê û axa xwe bernadin

Meclisa Malbatên Şehîdan: “Em gelê herêmê li ser axa xwe bi şeref û rûmet dijîn. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hovane hewl dide îradeya vî gelî têk bibe da ku dest ji tekoşîn û axa xwe berde. Ev hewldan têk çûne, dê têk biçin.”

Malbatên Şehîdan: Em dest ji têkoşînê û axa xwe bernadin
Malbatên Şehîdan: Em dest ji têkoşînê û axa xwe bernadin
Malbatên Şehîdan: Em dest ji têkoşînê û axa xwe bernadin
Malbatên Şehîdan: Em dest ji têkoşînê û axa xwe bernadin
23 mijdar, 2023   13:47
QAMIŞLO

Dweleta Tirk a dagirker duh 22`yê Mijdarê li kantona Qamişloyê 3 êrişên hewayî pêk anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina van êrişan li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Girkê Legê kom bû û daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisên sivîl, xizmetê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Yekîtiya Jinên Ciwan û nûnerên partiyên siyasî hat dayîn. Hevserokê meclisê yê navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl daxuyanî xwend û got: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û navendên xizmetê dewam dike.”

Cemîl wiha domand: “Em gelê herêmê li ser axa xwe bi şeref û rûmet dijîn. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hovane hewl dide îradeya vî gelî têk bibe da ku dest ji tekoşîn û axa xwe berde. Ev hewldan têk çûne, dê têk biçin.”

Cemîl anî ziman ku divê dewleta Tirk a dagirker bizane ku em ê dev ji têkoşîn û projeya xwe ya demokratîk bernedin, lê belê em ê rêya têkoşîn û berxwedanê û parastina destkeftiyên şehîdên xwe bidomînin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(c)

ANHA