Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Birayê Rêber Abdullah Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
22 adar, 2024   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan birayê Rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya dewleta Tirk a dagirker û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi heman daxwazê serlêdan kir.

36 meh e bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.