Ji Newroza Kobanê peyama "Têkoşîn wê bidome"

Di pîrozbahiya Newroza Kobanê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd peyama xurtkirina têkoşînê hate dayîn.

Ji Newroza Kobanê peyama "Têkoşîn wê bidome"
Ji Newroza Kobanê peyama "Têkoşîn wê bidome"
Ji Newroza Kobanê peyama "Têkoşîn wê bidome"
Ji Newroza Kobanê peyama "Têkoşîn wê bidome"
Ji Newroza Kobanê peyama "Têkoşîn wê bidome"
22 adar, 2024   16:47
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî", Newrozê li ser girê Miştenûrê yê Kobanê pîroz dikin.

Piştî pêxitina meşaleya Newrozê bernameya Newrozê dest pê kir û axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa Newroz li tevahî gelan û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Em li ser xeta têkoşînê ya ku şehîd û şervanên me li eniyên şer dane destpêkirin dimeşin.  Em ber bi azadiyê ve dimeşin. Dirûşma Newroz 2024’an a ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ji aliyê cîhanê ve hatiye diyarkirin. Em ber bi avakirina welatekî demokratîk a pirrengî ve dimeşin. Nameya Newroza Kobanê Newroza  çareseriya siyasî, diyalogên navxweyî û avakirina sûriyeke pêşketî ye."

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş axivî û îşaret bi destkeftiyên gelê herêmê kir û got: "Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, me ewqas destkeftî bi dest xistin û komployê li dijî herêmên xwe têk birin. Em bi gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê re ne û dê teqez di hilbijartinên şaredariyan ên bê de bi ser kevin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî jî got: "Ji vir ji girê Miştenûrê, dergûşa şehîdan em berxwedana gerîla silav dikin. Em berxwedana gelan li hemberî dagirkeriya Tirk silav dikin. Em careke din soz didin ku li ser şopa wan tê bikoşin û li ber xwe bidin."

Eyşe anî ziman ku dê li hemberî dagirkeran û siyasetên desthilata Tirk  têkoşînê mezin bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

 Şahiya Newrozê bi pêşandana berhemên hunerî ji aliyê komên beşdar ve berdewam e

(şx)

ANHA