Malbata şehîd Ferhad Dêrik daxwaza hesabpirsînê kir

Di salvegera 4‘emîn a şehadeta cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Dêrik de, malbata wî daxwaza hesabpirsînê ji kujeran kir.

Malbata şehîd Ferhad Dêrik daxwaza hesabpirsînê kir
Malbata şehîd Ferhad Dêrik daxwaza hesabpirsînê kir
Malbata şehîd Ferhad Dêrik daxwaza hesabpirsînê kir
Malbata şehîd Ferhad Dêrik daxwaza hesabpirsînê kir
Malbata şehîd Ferhad Dêrik daxwaza hesabpirsînê kir
Malbata şehîd Ferhad Dêrik daxwaza hesabpirsînê kir
Malbata şehîd Ferhad Dêrik daxwaza hesabpirsînê kir
Malbata şehîd Ferhad Dêrik daxwaza hesabpirsînê kir
17 hezîran, 2026   06:47
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Dema navê şehîd Ferhad Dêrik tê gotin, salên dirêj ên xebata rêxistinî, civakî û siyasî, keda wî ya avakirina komîn, meclisên gel, saziyên Rêveberiya Xweser tên bibîranîn. Şehîd Ferhad Dêrik ku li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe xist ber xizmeta civakê û parastina doza gelê xwe, li her cihê ku lê kar kir, mohrek hişt.

Ferhad Dêrik (Hisên Şiblî) sala 1977‘an li gundê Qidêrîk ê bajarê Dêrikê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Dema 4 salî bû malbata wî bar dike bajarê Dêrikê. Li wir di refên seretayî û navîn de dixwîne. Bi arambûn û disîplîna xwe dihat naskirin. 

Di ciwantiya xwe de bi rêya dayika xwe Şirînê tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike û girêdana wî bi doza gelê Kurd re xurt dibe. Li ser vê yekê ji sala 1993‘yan de tev li xebata siyasî û civakî li herêma Cizîrê dibe. Di sala 1997‘an de li qada Rêber Abdullah Ocalan perwerde dibe û piştre berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li çar aliyên Kurdistan têkoşîna azadiya gelê xwe û doza wê didomîne. Di heman salê de di şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de birîndar dibe û ji lingekî xwe dibe, ji bo tedawiyê diçe Başûrê Kurdistanê. Birîna xwe li pêşiya rêya têkoşînê nekir asteng. Piştî tedawî dibe careke din vedigere xebata birêxistinkirina civakê. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xebata birêxistinkirina civakê da meşandin.

Bi destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Ferhad Dêrik vedigire Rojava. Ji Efrînê heya Dêrikê hemû îmkanên xwe dixe xizmeta civakê. Ji kesên pêşîn bû ku berê xwe dida herêmên ku nû ji çeteyên DAIŞ’ê dihatin rizgarkirin û herêmên ji bin kontrola rejîmê dihatin derxistin. Li van herêman bi avakirina komîn, meclis û saziyan dest bi xebatên birêxistinkirina civakê kir û hêmanên avakirina Rêveberiya Xweser danîn.

Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mohra xwe li qadên birêxistinkirina civakî û saziyan de hişt. Lewre ji aliyê tevahî pêkhateyên herêmê ve hat hezkirin.

Di sala 2018‘an de wekî cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat hilbijartin.

Ji tedawiyê diçe Başûrê Kurdistanê, 17‘ê Hezîrana 2022‘yan li navçeya Kelarê ya Germiyanê ya bajarê Silêmaniyê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd dibe.

Xwişka şehîd Ferhad Dêrik, Dalya Hacî Şiblî li ser rêwîtiya wî axivî û got şehîd Ferhad ne kesekî siyasî an rêveberek ji rêzê bû, lê di xebata civakî, felesefeya li ser hîmen avakirin, rêxistinkirin û xizmeta gel de mamosteyek bû. Dalya Şiblî anî ziman ku şopa şehîd Ferhad hîna bi xurtî di wijdanê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye.

Dalyayê destnîşan kir ku şehîd Ferhad xwedî hêzeke mezin a diyalog û îqnakirinê bû, her tim hewl dide rihê girêdana bi nirxên azadî, edalet û parastina dozên neteweyî ve xurt bike, bi kesayeta xwe ya nêzî mirovan şopeke kûr li ser her kesên ku wî nas kirine, hişt.

Dalyayê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola dayikê di xurtkirina girêdana şehîd Ferhad a bi doza kurdî ve got, dayika wê roleke mezin di meşa têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de list û di dirêjiya têkoşîna wî de piştgiriya mezin da wî, vê yekê jî rihê berpirsyarî û îsrarê li cem Ferhad  xurt ku tevhî hemû zehmetî û pirsgirêkan têkoşîna xwe berdewam kir.

Dalyayê îşaret pê kir ku ew ê şopdarên rêya şehîd Ferhad bin û xwest edalet pêk were û hemû kesên ku destên wan di şehîdxistina wî de bûne, hesab bibin. Dalya Şiblî di dawiya axaftina xwe de got: "Em hîna jî banga aşkerakirina tevahî rastiyê û hesabpirsîna ji berpirsên vî sûcî dikin. Em banawaziyê li aliyên têkildar didomînin da ku erkên xwe yên qanûnî û mirovî li hemberî vê yekê bi cih bînin."

(bb)

ANHA