Malbata Rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Malbata Rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da
1 kanûn, 2023   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê serî li heman serdozgeriyê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.