Mala Netanyahu hat hedefkirin

Li dijî mala serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êriş hat kirin. Netanyahu got "Wê tu tişt me paşde venegerîne. Em ê heya dawiyê berdewam bikin."

Mala Netanyahu hat hedefkirin
19 cotmeh, 2024   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku balafireke bêmirov ku ji Lubnanê rabûbû, rasterast mala Netanyahu ya li Qeysariyê kir hedef.

Nivîsgehê, Îran tawanbar kir ku hewl daye Netanyahu bikuje.

Serokwezîrê Îsraîlê piştî êrişê daxuyanî da û got: "Wê tu tişt me paşde venegerîne. Em ê heya dawiyê bidomînin."

Hizbullaha Lubnanê heya niha êrişa li ser mala Netanyahu negirtiye ser xwe.

(bb)