Li Dêrikê bîranîna şehîdan

Li Dêrikê 116 cangoriyên azadiyê  bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
19 cotmeh, 2024   15:17
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo bîranîna 116 şehîdan merasîmek li navenda çandê ya bajar li dar xist.

Merasîma ku malbatên şehîdan lê amadebûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre mûm li ber wêneyên şehîdan hatin vêxistin û gul hatin danîn.

Di merasîmê de şînevîzyoneke bi wêneyên şehîdan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê nirxên şehîdan û şehadetê de hat temaşekirin.

Her wiha rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Hacî bal kişand ser têkoşîna pêkhateyên herêmê ya li hember zilm û dagirkeriyê û got: "Divê em xwedî li armancên şehîdên xwe derkevin. Divê em li hemberî xetereyan hevgirtina xwe xurt bikin û destkeftiyan biparêzin û dawî li dagirkeriyê bînin."

Elî Hacî got: "Bi yekitî û têkoşînê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin. Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA