Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Şoreşger Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 32ˈan a şehadeta xwe li Holê hat bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin, şehîd Bêrîtan li hemberî xeta xiyanet û teslîmkariyê bûye mînak.

Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
19 cotmeh, 2024   15:09
HESEKÊ

25ˈê Cotmehê salvegera 32ˈan a şehadeta têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. Bi vê boneyê Meclisa Jinan a Rêxistina PYDˈê ya bajarê Holê civîneke girseyî li dar xist. Civîn li hola PYDˈê ya li Holê bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên rêxistinên jinan û şêniyên bajar hat lidarxistin.

Di civînê de rêvebera Meclisa Jinan a rêxistina PYDˈê ya bajarê Hesekê Şêrîn Oso axivî. Şêrîn têkoşîna şehîd Bêrîtan vegot û diyar kir ku şehîd Bêrîtan pêşenga tevgera azdiya jinan e û di redkirina xiyanet û teslîmbûyênê de bû mînak.

Hevseroka rêxistina PYDˈê ya bajarê Holê Îqbal Ebdo jî nirxandinên Rêveber Abdullah Ocalan ên der barê şehîd Bêrîtan de xwend. Îqbal  got, Bêrîtan xwedî rihekî berxwedanê ye û hezkirina xwe di cihê hevalên xwe de çêkir.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hat temaşekirin.

Têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di şerê li hemberî xeta xiyanetê de 25ˈê Cotmeha 1992ˈan de heya guleya dawî şer kir. Piştî guleyên wê xilas dibin dikeve çembera xayînan. Ji bo ku nekeve destê wan xwe ji lutkeya çiyayê Xakurkê yê Başûrê Kurdistanê de diavêje û şehîd dibe.

(bb)

ANHA