Macron: Di cejna Remezanê de şerê li Rojhilata Navîn rawestînin

Serokê Fransayê bang kir ku di rojên cejna Remezanê de şerê li Rojhilata Navîn rawestînin û hişyarî ji rageşiya xeternak û hedefgirtina tesîsên enerjiyê da û daxwaza danûstandinên rasterast di navbera Washington û Tehranê de kir.

Macron: Di cejna Remezanê de şerê li Rojhilata Navîn rawestînin
19 adar, 2026   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bang kir ku di cejna Remezanê de şerê li Rojhilata Navîn bisekinînin û fikarên xwe ji "aloziya nehesabkirî" û berfirehkirina rûbera şer ku avahiyên enerjiyê digire nava xwe anîn ziman.

Macron di parvekirina xwey a li civîna Ewropayê ya li Brukselê de got ku hedefgirtina kapasîteyên hilberînê yên li dewletên Kendavê pêşketineke xeternake e û destnîşan kir ku di demekê de berê de Îran rastî heman hedefgirtinê hat.

Macron daxwaza danûstandinên rasterast di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de kir ku krîzê vehewînin û diyar kir ku pêwîstî bi rawestandina derbeyên li dijî binesaziyan bi taybet tesîsên enerjî û avê heye.

Di dawiyê de Macron got "Divê hemû xwe ragirin û aram bin, çend rojan hêdî bisekinin ku herî kêm firsetekê bidin danûstandinan û girîng e ku di rojên cejna Remezanê de bigihînin agirbesteke demkî."

(fr)