Pete Hegseth: Me li zêdeyî 7 hezar hedefî xistiye

Wezîrê Parastinê yê DYAˊyê Pete Hegseth anî ziman ku wan heta niha li Îranê li zêdeyî 7 hezar hedefî xistine û got, "Em bi ser bikevin."

Pete Hegseth: Me li zêdeyî 7 hezar hedefî xistiye
19 adar, 2026   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Pete Hegseth têkildarî şerê bi Îranê re daxuyaniyek da û got, "Em bi ser dikevin."

Hegseth li Pentagonê di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ji bo bidawîbûna şer "demeke diyarkirî nîn e."

LI ZÊDEYÎ 7 HEZAR HEDEFÎ HATE XISTIN

Hegseth ragihand ku DYA'yê heta niha li Îranê li zêdeyî 7 hezar hedefî xistiye û got, êrişên dawî yek ji operasyonên herî mezin ên heta niha bû.

Hegseth îdîa kir ku kapasîteya DYA'yê timî xurt dibe, li hemberî vê yekê kapasîteya Îranê lawaz bûye û îdîa kir ku sîstemên parastina hewayî yên Îranê di asteke bilind de hatine bêbandorkirin.

Serokê Fermandariya Giştî ya DYA'yê Orgeneral Dan Caine jî ragihand ku hêzên hewayî yên Emerîkayê li qada hewayî ya Îranê ber bi nuqteyên kûr ve çûye.

Hegseth her wiha diyar kir ku êrişên bi droneyan û fuzeyên balîstîk ên Îranê yên li ser hêzên DYA'yê ji destpêka şer û vir ve di asta ji sedî 90 de kêm bûye.

LI 120 KEŞTIYAN HAT XISTIN

Hegseth ragihand ku herî kêm 120 keştiyên hêzên deryayî yên Îranê xistine û noqî binê avê kirine.

Li aliyê din Wezîrê Xezîneyê yê DYA'yê Scott Bessent jî ragihand ku hin pêkanînên li ser petrola Îranê dikare bêne sistkirin.