Deriyê di navbera Xeza û Misirê de hat vekirin

Piştî 3 hefteyan, Îsraîlê careke din deriyê sînor ê di navbera Xeza û Misirê de vekir. Hate diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatine kuştin.

Deriyê di navbera Xeza û Misirê de hat vekirin
19 adar, 2026   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî girtina ku nêzî 3 hefteyan dewam kir, Îsraîlê deriyê Refehê yê di navbera Xeza û Misirê de ji bo veguhastina birîndarên Filistînê dîsa vekir.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku destûr hat dayîn ku tenê 8 birîndar li gel 17 ferdên malbatên wan di deriyê Refehê re derbasî Misirê bibin da ku werin dermankirin.

Xebatkarên tenduristiyê yên Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatine kuştin.

(bb)