Lûtkeya Riyadê û COP29 rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da lûtkeya Riyadê, lûtkeya avhewayê, aloziya li Lubnanê û şerê navxweyî yê li wir.

Lûtkeya Riyadê û COP29 rojeva rojnameyên erebî ne
12 mijdar, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî lûtkeya Riyadê diyar kir ku li Riyadê lûtkeya her sê şeran; Xeza, Lubnan û Îranê hate lidarxistin. Di wextekê de ku hîna bûyerên mezin li herêmê diqewimin. Şer heta niha berdewam e. Lûtke ji bo rawestandina şer û parastina herêmê ji encamên wê yên muhtemel de hatiye lidarxistin. Mîna koçberbûna 2 milyon filistîniyan, dagirkirina başûrê Lubnanê û firehbûna derbeyên Îsraîlê yên li Iraq û Sûriyeyê.

Rojnameyê da zanîn ku dema lûtkeyê ne tesadufî ye ku beriya wê Donald Trump bû serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), pê re komeke mezin a dewletan helwestên hevgirtî li hember aloziyê nîşan da. Heta nakokiyên di navbera dewletên Ereban û misilman de, bandor li lûtkeyê nekir ku "lûtkeyeke hevgirtî û lihevkirî" bû.

EL EREB: COP29 KÊLIYEKE RASTÎN A LIHEVKIRINA PARÎSÊ YA TÊKILDARÎ AVHEWAYÎ YE

Rojnameya El Ereb jî behsa COP29 kir û diyar kir ku di kongreya aliyên lihevkirina NY`yê de xîtabên bicoş hatin kirin lê dawiya kongreyê ya herî girîng e.

Li gorî rojnameyê COP29 “kêliyeke rastîn a Lihevkirina Parîsê ye” ku 2015`an pêk hatiye û li gorî wê divê dewletên beşdar, rê li pêşiya gazan bigirin an jî sînordar bikin, da ku germahiya cîhanê heta 2 pileyan kêm bikin.

Rojnameyê bi bîr xist ku dewletên cîhanê dê rewşa jeosiyasî ya aloz, şerên li Rojhilata Navîn, Ukrayna, şerên bazirganiyê yên di navbera Rojava û Çînê de û serketina Trump nîqaş bikin.

‘LUBNAN Û METIRSIYÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ’

Rojnameya El Xelîc behsa aloziya siyasî ya li Lubnanê kir û diyar kir ku ji dema ku serok Mîşel Ewn qesra Beabde dawiya Cotmeha 2021`an terk kiriye, Lubnan nikare serokekî hilbijêre. Di 2 salan de, hikumeta demkî kar û barên hundirîn û derve bi rê ve bir, lê rewşên jiyanî, civakî û aborî her ku çû paşde çû û xizantî zêdetir bû. Ruxmî wê jî her aliyeke siyasî, serhişkî kir û tawîzên pêwîst nedan, ji bo ku lihevkirina nîştimanî li welêt çêbe.

Rojnameyê destnîşan kir ku şerê dawîn ê Îsraîlê li ser Lubnanê, rewşa li Lubnanê xirabtir kir. Li gorî daneyên pêşîn xisarên madî 20 milyar dolar derbas kiriye û deyn gihaşt rêjeya ji sedî 180.

Bi nêrîna rojnameyê li gel vê rewşê, aloziya li Lubnanê di lûtkeyê de û encamên wê, ne diyar in. Dibe ku Lubnan veguhere qadeke vekirî ya şerê herêmî lê bi lêçûnên kêm.

(şx)