Hêzên operasyona "Ewlehiya Domdar" gelek bombe dîtin
Di roja 7`an a operasyonê de, hêzên operasyona "Ewlehiya Domdar" li kampa Holê bombe û sembolên çeteyên DAIŞ'ê dîtin.
Operasyona "Ewlehiya Domdar" ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin ve di 6'ê Mijdarê de ji bo lêgerîna kampa Holê û derdora wê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 7'emîn de berdewam dike.
Nûçegihanê me yê ku operasyonê dişopîne ragihand ku îro di çarçoveya lêgerîna li beşa pêncemîn a kampê de, hêzên operasyona "Ewlehiya Domdar" gelek bombeyên destan û hin sembolên çeteyên DAIŞ'ê dîtin
(k)
ANHA