Lubnan: Di êrişên Îsraîlê de nêzî 2 hezar û 300 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê daxuyand ku ji destpêka şerê Îsraîlê û Hizbullahê heta dema agirbestê nêzî 2 hezar û 300 kes li Lubnanê hatine kuştin.

Lubnan: Di êrişên Îsraîlê de nêzî 2 hezar û 300 kes hatin kuştin
17 nîsan, 2026   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareat Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîlê û Hizbullahê heta bi agirbestê ve nêzî 2 hezar û 300 kes li Lubnanê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, "Bîlançoya nedawî ya êrişên ji 2ˊyê Adarê heta şeva 16ˊê Nîsanê ve 2294 kes mirine û 7544 kes jî birîdnar bûne." Wezaretê da zanîn ku ji nava kuştiyan 100 xebatkarên tenduristiyê ne û 177 jî zarok in.

Wezaretê destnîşan kir ku ew ê piştre bîlançoya dawî piştî rakirina kavilan bi dawî dikin, miriyan derdixin û testên DNA çêdikin ragihîne.

(fr)