Îranê bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir: 3 kes şehîd bûn

Hat diyarkirin ku rejîma Îranê bi mûşekan êrişî kampa Cejnekan û Alan a sînorê parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kiriye, di encamêd e 2 jinên pêşmerge û zarokek şehîd bûne, hejmarek jî birîndar bûne.

Îranê bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir: 3 kes şehîd bûn
Îranê bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir: 3 kes şehîd bûn
17 nîsan, 2026   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsêˊ diyar kir ku rejîma Îranê berî çend kêliyan bi mûşekan êriş deverekê li sînorê Balîsan û Behrikê ya dikeve ser Parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Hat ragihandin ku êrişî Kampa Cejnekan a Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îranê ya nêzîkî Behrikê ya Hewlêrê hate kirin û ji ber vê yekê zarokê bi navê Şahîn Azerberzîn şehîd bû, bavê wî jî birîndar bû.

Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêre nûçegihanê xwe li Soranê ragihand ku rejîma Îranê Kampa Alan a ser bi Balîsan bombebaran kir, di encamê de 2 jinên pêşmerge bi navê Neda Mîrî û Semîra Elayarî şehîd bûn. Hinek din pêşmerge jî birîndar bûn.