Li Zanîngeha Kobaniyê bîranîna şehîdên Tişrîn û Qereqozaqê

Li Zanîngeha Kobaniyê şehîdên berxwedana bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê hatin bibîranîn.

Li Zanîngeha Kobaniyê bîranîna şehîdên Tişrîn û Qereqozaqê
26 adar, 2025   15:24
KOBANÊ

Ji 8`ê Çileyê ve gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker, li bendavê bi dorê çalakiya nobedariyê dikin.

Di pêvajoya çalakiyan de karwanên şêniyan rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin, di encamê de bi dehan kes şehîd bûn.

Îro jî Zanîngeha Kobaniyê ji bo bîranîna şehîdan çalakiyek li dar xist.

Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê Şervan Mislim axivî û anî ziman ku ew bi saya şehîdên xwe li wir in. Mislim anî ziman ku gelê Kurd tim li dijî, dagiker û mêtingeran li ber xwe daye.

Şervan Mislim şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bi bîr anîn û banga xwedîderketina li doza şehîdan kir.

(sş/k)

ANHA