Li Xezayê 4 kes hatin kuştin

Di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Li Xezayê 4 kes hatin kuştin
21 cotmeh, 2026   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

 Hate ragihandin ku di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin. Di nav de 2 di êrişa dronekê ya li nêzî kolana Sînaa li dijî biskilêtekê de hatin kuştin.

Çavkaniyên bijîşkî diyar kir ku di êrişên vê êvarê de hejmarek kes birîndar bûn.

Her wiha hate zanîn ku kesê bi navê Remedan Mihemed Ebû Şihada di êrişa dronan a li herêma Mewasî ya bajarokê Qerara yê bakurê Xan Yûnsê de hat kuştin û kesek din birîndar bûn. Zarokê bi navê Ebdurehman Ewed ê 10 salî yê berî du rojan di êrişa li ser taxa Şêx Ridwan a bakurê Xezayê de birîndar bibû  jî jiyana xwe ji dest da.

(bb)