Zaroka li Hecînê winda bibû, cenazeyê wê hat dîtin

Li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê zarokek ku berî çend rojan winda bibû, cenazeyê wê hat dîtin.

Zaroka li Hecînê winda bibû, cenazeyê wê hat dîtin
21 cotmeh, 2026   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê zarokeke keçîn ku berî çend rojan bi rengekî bi guman winda bibû, îro cenazeyê wê hate dîtin.

Li gorî SOHR‘ê, zarok dema ji bo avêtina çopê ji malê derketî agahî jê qut bibûn û cenazeyê wê ku xirab bibû hat dîtin.

(bb)