Li Tirbespiyê paqijkirina cihê seyrangehan

Li Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ji bo paqijkirina cihên seyrangehan dest pê kir.

Li Tirbespiyê paqijkirina cihê seyrangehan
Li Tirbespiyê paqijkirina cihê seyrangehan
Li Tirbespiyê paqijkirina cihê seyrangehan
Li Tirbespiyê paqijkirina cihê seyrangehan
Li Tirbespiyê paqijkirina cihê seyrangehan
23 gulan, 2024   15:47
QAMIŞLO

Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Komîteya Çandiniyê ya Tirbespiyê îro da destpê cihê paqijkirina seyrangehan kir.

paqijkirina seyrangehan bi beşdariya endamên Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê û saziyên civaka sivîl û Komîteya Çandiniyê ya Tirbespiyê ji Bendava Mizgeftê dest pê kir.

Endamê rêveber ê Komîteya Çandiniyê ya Tirbespiyê Azad Îbrahîm der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivî û got armanca wan ji kampanyayê ew e ku seyrangehanên li welat paqij bihêlin.

Azad Îbrahîm bang li şêniyan kir ku li seyrangehan bibin xwedî û beşdarî pêngavê bibin û got: “Hêviya me ji gelê me ew e dema ku biçin seyrangehan çopê li şûna xwe nehêlin. Cihên çopê yên diyar hene. Xwedî li paqijiya welatê xwe derkevin.”

(ex)

ANHA