Li Tirbespiyê îmze tên komkirin

Li navçeya Tibespiyê tevlêbûneke xurt ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye.

Li Tirbespiyê îmze tên komkirin
Li Tirbespiyê îmze tên komkirin
Li Tirbespiyê îmze tên komkirin
20 sibat, 2024   14:58
QAMIŞLO

Di çarçoveya kampanyaya ku di 9’ê Sibatê de dest pê kiriye, li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê komîteyên komkirina îmzeyan a ji meclis, komîn û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan pêk tê, dest bi komkirina îmzeyan kir.

Komîteyên komkirina îmzeyan armancên kampanyayê ji şêniyan re dane nasîn. Şêniyan pêşwaziya komîteyan kir û îmzeyên xwe dan.

Komkirina îmzeyan piştî ku li navenda navçeya Tirbespiyê bi dawî bibe dê li ser asta 4 bajarokên navçeyê dewam bike.

(eg)

ANHA