Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê didomin

Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî siyasetên hikumeta Şamê dewam dikin. Xwepêşandêran daxwaza serbestberdana girtiyan kir.

Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê didomin
20 sibat, 2024   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî siyasetên hikumeta Şamê dewam dikin. Bi sedan welatiyên Siwêdayê îro li Qada Kerama ya naverasta bajar xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandêran daxwaza serxwebûna dezgehên dadwerî, berdana girtiyan, veguhestina siyasî ya desthilatê û cîbicîkirina biryara 2254’an ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Xwepêşandaran pankartên “Ji girtiyan re azadî" û “Berdêla azadî û rûmetê giran e, berdêla heqaretê jî girantir e’’ vekirin. Nêzî 7 meh in li bajêr xwepêşandan berdewam in.

Li gorî SOHR’ê, duh bi dehan şêniyên bajarê Siwêdayê pankart, wêne û sembolên hikûmeta Şamê li avahiya Saziya Avê, şaxê Siweydayê û dergehê parka giştî rakirin. Her wiha bi navê xwepêşandêran daxuyanî hat dayîn.

(eg)