Li Tirbespiyê agir bi zeviyeke genim ket

Tîmên awarte agirê ku bi zeviyeke genim ketibû, vemirandin. Di encamê de 3 donim şewitî.

Li Tirbespiyê agir bi zeviyeke genim ket
16 hezîran, 2026   14:30
Qamişlo

Li gundê Gundik Seyîd ku dikeve rojhilatê başûrê Tirbespiyê, agir bi zeviyeke genim ket. Tîmên awarte û şêniyan destwerdan kir û agir hat vemirandin.

Di encama şewatê de 3 donim genim şewitî. Li gorî agahiyên berdest patoza ku li wî zeviyê dixebitî bûye sedema şewatê.

(ex)

ANHA