Trump: Bila Sûriye mîsyona rûbirûbûna bi Hizbullahê re bigire ser xwe

Serokê DYA’yê ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest heke Îsraîl nekare li Lubnanê mîsyona rûbirûbûna bi Hizbullahê re pêk bîne, vê mîsyonê bigire ser xwe.

Trump: Bila Sûriye mîsyona rûbirûbûna bi Hizbullahê re bigire ser xwe
16 hezîran, 2026   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di daxuyaniyekê de got eger Îsraîl dê nekare mîsyona rûbirûbûna Hizbullahê pêk bîne, bila Sûriye bigire ser xwe.

Trump ku şerê li Lubnanê wek "sînodarkirî" bi nav kir, anî ziman ku eger hikumeta Benjamin Netanyahu nekare rageşiyê kontrol bike, hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikare bi hevkariya DYA‘yê bi Hizbullahê re rû bi rû bibe.

Trump li ser pirsa eger ji Netanyahu bê hêvî bûye jî ev bersiv da: "Na, têkiliyên me super in. Min hez nekir ku wî ji ber pirsgirêkeke pir biçûk a têkildarî hin dronan êrişek da destpêkirin. Min ew êriş dît û min dît ku bombe li ku derê ket. Ew kiryareke pir tund bû û mirov dikare hêzê zêde bi kar bîne. Lê me têkiliyeke pir bi bandor parast."

Serokê DYA‘yê Donald got: "Ne ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûya, Îsraîlê tune bû. Têkiliyên min bi Benjamin Netanyahu re pir xurt bûn. Lê niha divê ew der barê Lubnanê de berpirsyartir be."

(bb)