Li Spanyayê ji ber qezaya trênê bi kêmanî 21 kes mirin

Li herêma Endulus a Spanyayê trênek a bi lez ku di navbera Madrîd-Malaga seferî dikir, ji rê derket û bû sedema karesatek mezin. Di bûyerê de 21 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn.

Li Spanyayê ji ber qezaya trênê bi kêmanî 21 kes mirin
19 ÇILE, 2026   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Trêneke aîdê şîrketa Iryo ku 317 rêwî hildigirt, saet 18.40’ê êvarê piştî ji Malaga ber bi Madrîdê ve bi rê ket li nêzîkî Adamuzê ji rê derket û li trêneke din a li ser xeta kêlekê qelibî. Piştî qelibînê her du trên ji rê derketin.

Li gorî agahiyên destpêkê yên rayedaran, di qezayê de herî kêm 21 kes mirin û 73 kes jî rakirin nexweşxaneyê. 24 ji birîndaran di rewşeke krîtîk de ne. Tê ragihandin ku hin rêwî di vagonan de asê mane.

Çûn û hatina trênên bilez ên di navbera Madrîd û Endulusê de ji ber qezayê hatine rawestandin.

Serokê Hikûmeta Xweser a Endulusê Juanma Moreno, ji bo lêkolînê çû cihê qezayê. Moreno, qezayê wekî "rojeke pir tarî" bi nav kir û fikara xwe anî ziman ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez, jî ev bûyer wekî "şeveke xemgîniya giran" bi nav kir û sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re xwest.