Li Sinor ên Iraqê planên nû yên dagirkeriyê

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di daxuyaniyek de eşkere kir ku ew li gel şandeyek ji Pasewanên Sinor ên Iraqê di derbarê rewşa sinorên Herêma Kurdistanê de civiyane. Her wiha di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku êrişên wan ên li nava Herêma Kurdistanê de bi hemahengiya hêzên Iraqê tên kirin.

Li Sinor ên Iraqê planên nû yên dagirkeriyê
12 adar, 2024   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya delweta Tirk a dagirker îro di derbarê civîna li gel şandeyek ji Pasewanên Sinor ên Iraqê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew li gel şandeyek ya Pasewanên Sinor yên Iraqê têkildarî ewlehiya sinorên Herêma Kurdistanê civiyane.

Her wiha hatiye gotin ku operasyonên wan ên li nava xaka Herêma Kurdistanê de bi hemahengiya li gel hêzên Iraqê pêktê.

Ev civîna leşkerên Tirk û Pasewanên Sinor yên Iraqê di demek de ye ku beriya çend rojan dibin navê Pasewanên Sinor yên Iraqê de ku ewjî hemû ji efser û alîgirên PDK’ê pêktên, hêzek zêde li devera Kanî Masî û Şêladizê hat bicihkirin.

Duh jî Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler di daxuyaniyek de eşkere kiribû ku ewê di êrişên xwe yên ku tê payîn di rojên pêş de destpê bike de li benda bersiva hikûmeta Iraqê bin ka wê çi hevkariyek bi wan re bikin. Guler got, ger Iraq hevkari neke ewê di aliyê bazirganî û avê de Iraqê ceza bikin.