Jinên ji Reqayê di nava rewşên xerab de dijîn

Jinên ji Reqayê, bi armanca debara malbatên xwe li kolanan parsekiyê dikin û basteyên firotina kel û pelan li ser peyarêyan danîne.

Jinên ji Reqayê di nava rewşên xerab de dijîn
11 adar, 2026   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Reqayê dîmenên jin li ser peyarê û keviyên rêyan rûdinin û alîkariyên dixwazin û hin jî basteyên firotina tiştan raxistine da ku debara xwe bikin, zêde bûne.

Li gorî şahidên ji bajêr, ev diyarde di van mehên dawîn de zêde bûye. Hin jin ji bo debara zarok û malên xwe neçar dibin ku li kolanan rûnin û alîkariyê ji rêwiyan bixwazin û hin jî basteyên firotina tiştan datînin ku qûta malê peyda bikin.

Şênî destnîşan dikin ku bilindbûna buhayên kel û pelan û nebûna firsetên kar hişt ku ev diyarde zêde bibe.

Li beramberî wê, saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xurtkirina rola jinan di civakê de û vekirina derfetên berfireh ji bo beşdariya wê di aliyên aborî û civakî de xebitîn. Ji xebatên herî berbiçav ên ji bo xurtkirina jinan di aliyên aborî û civakî de çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya bûn. Kombûnê hewl da bi rêya projeyên biçûk, bernameyên perwerdekirina pîşeyî û dabînkirina derfetên kar di gelek beşên xizmetugzarî û hilberînê de piştevaniya jinan bike.

Li kêleka wê jî, navend ji bo pêşxistina jinên ciwan weke Navenda Şehîd Ronahî Yekta ya pîşeyî hat vekirin. Di wê navendê de dewreyên pîşeyî wekî dirûtin, hemşîretî, laptop hatin vekirin.

Kombûnê bi berdewamî pêşangehên şêwekariyê yên xurtkirina jinan vekirin ku hilberînên wan bifiroşin.

Van xebat û çalakiyan hejmareke jinên ji Reqa û derdora wê bi pêş xistin, ketin nava qada xebatê û debara malên xwe kir.

(fr)

ANHA