Li Şerîda Rojava ya Filistînê serdegirtin û êrişên bi gazên jehrî

Hêzên Îsraîlê li bajarokên Şerîda Rojava ya Filistînê operasyona serdegirtin û destgîrkirinê pêk anî. Her wiha gule û gazên jehrî avêtin. Di encamê de hin sivîl birîndar bûn.

Li Şerîda Rojava ya Filistînê serdegirtin û êrişên bi gazên jehrî
6 kanûn, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê vê sibehê bi ser gundê Nebî Salih ê li bakurê rojavayê Ramallahê, bajarokê Bedo yê li bakurê rojavayê Qudsê û gundê Madma yê li başûrê Cerablusê de girt. Di serdegirtinê de hin kes hatin destgîrkirin, gule û gazên jehrî jî hatin reşandin.

Li gorî Heyva Sor a Filistînê ji ber gazên jehrî yek jê pitikekî 20 rojî, hin kes birîndar bûn.

Serokê meclisa gund ragihand ku hêzên Îsraîlê di dema serdegirtinê de xwediyên dikanan neçar kirin ku dikanên xwe bigirin.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, leşkerên Îsraîlê bi tundî îşkence li 3 ciwanên ji bajarokê Qerawa Benî Hesan ê li rojavayê Silfîtê kir. Her sê ciwan rakirin Nexweşxaneya Derwîş Nezal a Qelqîlyayê.

Her wiha hate ragihandin ku bi ser taxa Aktaba ya li rojhilatê Tol Kerem, Kampa Qelendiya û bajarokê Ram ê li bakurê Qudsê de jî hatiye girtin.

(bb)