Li ser rêya Hums-Şamê kesek hat kuştin

Çekdarên nenas li ser rêya Hums-Şamê êrişek pêk anî. Di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Hums-Şamê kesek hat kuştin
22 gulan, 2026   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR'ê, çekdarên nenas duh êvarê li herêma Nebekê li ser rêya Hums-Şamê erebeyek gulebaran kir. Li gorî SOHR'ê di êrişê de kesekî 30 salî yê di erebeyê hat kuştin û 2 kesên pê re birîndar bûn.

SOHR'ê diyar kir ku çekdaran piştî êrişî erebe, pere û kel û pel desteser kiri, reviyan.

Şêniyan kuştî û birîndar veguhastin nexweşxaneya bajarê Nebekê.

(bb)