Hêzên Siwêdayê nûçeyên li ser tevgerên navxweyî û guhertinan red kirin

Fermandariya Parêzvanên Nîştimanî ya Siwêdayê diyar kir ku axaftinên li ser guhertinên tevgerên meydanî yên di nav refên wê de, beşek ji hewldanên têkbirina saziya leşkerî û têkbirina hevgirtina wê ne.

Hêzên Siwêdayê nûçeyên li ser tevgerên navxweyî û guhertinan red kirin
22 gulan, 2026   11:06
SIWÊDA

Fermandariya Parêzvanên Nîştimanî ya Siwêdayê di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela xwe ya medyaya dîjîtal hate weşandin, axaftinên ku li ser tevger û guhertinên di nav refên wê de belav dibin red kir.

Fermandariyê diyar kir ku "her guhertin an tevgerek derbarê hin yekîneyan û şervanan de kiryarek demkî û rêxistinî ye. Hin aliyên xirabkar hewl bidin her tevgerekê bi kar bînin û şîroveyên şaş û gotegotan li ser wê belav bikin."

Fermandariyê da zanîn kir ku tiştê ku di medyayê de tê weşandin dê bandorê li biryardariya şervanan an baweriya xelkê çiya bi saziya wan neke û da zanîn ku  ew ê pêkanîna erkê xwe û parastina ewlehiya herêmê û şêniyên wê berdewam bikin.

(k)