Hikmet El Hicîr: Avakirina rêveberiyeke xweser biryareke jêneger e

Serokê rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî got avakirina rêveberiyeke xweser a Siwêdayê, biryarek jêneger e.

Hikmet El Hicîr: Avakirina rêveberiyeke xweser biryareke jêneger e
22 gulan, 2026   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî di axaftineke li ser televîzyonekê de anî ziman ku daxwazên Durziyan nayên guftûgokirin û got: "Meşa ber bi pêkanîna mafê diyarkirina çarenûsê ve bi gavên sabît dewam dike. Ev yek dûrî serdestiya komên ku negengaziya jiyana bi wan re îspat kiriye, pêk tê. Ji bilî kesên ku ji hêla gelê wî ve hatine hilbijartin, tu serokatî yan desthilatdarî li ser vî çiyayî tune ne.”

El Hicrî di serî de hikumet û gelê Îsraîlê, spasiya welat û rêxistinên ku piştgiriyê didin xweseriya Durziyan, kir.

El Hicrî her wiha destnîşan kir dê mafên xwe bistînin û baştir dikarin kar û barên herêma xwe bi rê ve bibin û got: "Hêzên desthilatdar wê nekarin bi darê zorê û xapandinê biryarên xwe ferz bikin. Hewldanên wê êdî aşkera bûne."

Hikmet El Hicrî hikumeta demkî bi "hikumeta terorê" bi nav kir û xwest hikumet ji ber tevahî sûc û binpêkirinên ku pêk anîne li gorî qanûnên navneteweyî were darizandin. El Hicrî got: “Divê êrişkar werin neçarkirin ku çareseriya navneteweyî ya agirbesta Tîrmeha 2025'an pêk bînin, revandiyan vegerînin û rewşa kesên bi darê zorê winda ne, were aşkerakirin û gund û bajarokên Durziyan werin rizgarkirin.”

El Hicrî bal kişand ser dorpêça aborî û siyasetên birçîkirinê û got gelê Cebelê (Çiya) bi zanebûn û hevgirtinê van zextan derbas dike.

(bb)