Li ser dêreke li Urdunê êriş pêk hat hin kes hatin kuştin

Di encama gulebaranê li hundirê dêreke li parêzgeha Karakê, li başûrê Urdunê, çend hatin kuştin û birîndar bûn, di nav wan de hin kes di rewşek xeter de ne.

Li ser dêreke li Urdunê êriş pêk hat hin kes hatin kuştin
23 cotmeh, 2026   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Ewlekariya Giştî ya Urdunê îro ragihand ku hin çekdaran li hundirê dêreke li parêzgeha Karakê de kuştî û birîndar gunnel barandin.

Dezgehên medyayê yên herêmî yên Urdunê, ragihandin ku bûyer di dema merasîma cenazeyê li Dêra Hemûd li Karakê de qewimî, dema ku du çekdar ji wesayîtekê daketin û gule li kesên li wir reşandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 7 kes mirine û nêzîkî 10 kesan birîndar  bûne, ku rewşa hin ji wan xeter e.

(k)

ANHA