Li Şamê li dijî rojnamevaneke xwepêşandan dişopand êriş

Di şopandina xwepêşandana li Qada Yûsif El Ezme ya Şamê hate lidarxistin de êrişî rojnemavan Mirlla Ebû Şeneb hat kirin.

Li Şamê li dijî rojnamevaneke xwepêşandan dişopand êriş
17 nîsan, 2026   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji Şamê daxuyand ku di dema şopandina xwepêşandana "Qamûn û Rûmetê" a li Qada Yûsif El Ezme ya Şamê de alîgirên hikumeta demkî êrişî rojnamevan Mirlla Ebû Şeneb kir.

Alîgirên hikumeta demkî êrişî rojnamevan Mirlla kir û telefona wê avêt erdê da ku nehêlin dîmenên xwepêşandanê bi zindî bikişîne.

Bi daxwaza başkirina debarê û aboriyê girse li Qada Yûsif Ele Ezme ya Şamê derket xwepêşandanê. Alîgirên hikumeta demkî êrişî wan kir, li qadê nakokî dewam dikin û hejmarek xwepêşandêr birîndar bûne.

(fr)