Îranê Tengava Hurmuzê vekir

Îranê ragihand ku di heyama agirbestê de êdî Tengava Hurmuzê li pêş trafîka tevahî keştiyên bazirganiyê vekiriye.

Îranê Tengava Hurmuzê vekir
17 nîsan, 2026   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî îro diyar kir ku êdî Tengava Hurmuzê li pêş tevahî keştiyên bazirganiyê di dirêjahiya dema agirbestê de vekiriye.

Îraqçî bi postekê li ser Xˊa xwe da zanîn ku derbasbûna keştiyan di Tengava Hurmuzê re dê bi rêya rêça koordînakirî be ku berê ji hêla Rêxistina Bender û Deryavaniyê ya Îranê ve hatiye ragihandin.

Piştî ku Îraqçî vekirina Tengava Hurmuzê ragihand, bihayên petrola Brent û petrola Amerîkî ji sedî 8 zêdetir daketiye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi lez û bez li ser hesabê xwe yê Truth Social peyamek weşand û vekirina Tengava Hurmuzê ragihand.

Trump nivîsand: "Îran radigihîne ku Tengava Hurmuzê bi tevahî vekiriye û ji bo trafîka keştiyan amade ye. Spas dikim!"

(fr)