Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan

Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê piştî bidawîbûna sala xwendinê ya 2023-2024`an 65 zarokên pêşdibistanan xelat kirin.

Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan
Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan
Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan
Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan
Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan
Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan
Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan
Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan
Li Reqayê şahiya xelatkirina zarokên pêşdibistanan
4 hezîran, 2024   16:14
REQA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê ji bo xelatkirina 65 zarokên pêşdibistanên giştî yên desteyê, şahiyek li hola Desteya Perwerdeyê li bajarê Reqayê li dar xist.

Dayîkên zarokan, rêveberiya pêşdibistanan û endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Jinan û Meclisa Rêveber tev li şahiyê bûn.

Zarokên pêşdibistanên beşdarî şahiyê bûne wek Alem El Atfal (Cîhana Zarokan), Nercis, Zihûr El Musteqbel (Kulîlkên Pêşerojê), Yasmîn, Melaêket Reqa (Pêriyên Reqayê), Mirûc El Tifûle, Feraşat (Perperîk) û Lewn El Tifûle (Rengê Biçûkatiyê) berhemên xwe pêşandan.

Di dawiya şahiyê de desteyê 65 zarokên pêşdibistanan xelat kirin.

(şx)

ANHA