Li Reqayê Navenda Piştgiriya Civakî hate vekirin

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ji bo xebatên civakî ji beşên civakê re pêşkêş bike, Navenda Piştgiriya Civakî vekir.

Li Reqayê Navenda Piştgiriya Civakî hate vekirin
Li Reqayê Navenda Piştgiriya Civakî hate vekirin
Li Reqayê Navenda Piştgiriya Civakî hate vekirin
Li Reqayê Navenda Piştgiriya Civakî hate vekirin
Li Reqayê Navenda Piştgiriya Civakî hate vekirin
Li Reqayê Navenda Piştgiriya Civakî hate vekirin
29 ÇILE, 2024   14:09
REQA

Endamên Meclisa Kombûna Jinan, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê, rêxistinên civaka sivîl, komîteyên saizyên kantona Reqayê, endamên Komîteya Çandiniyê, Meclisa Çandî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekitiya Parêzeran tev li vekirina navendê bûn. 

Di navendê de 11 nivîsgeh hene; piştevaniya derûnî, nivîsgeha jinan, nivîsgehên rêxistinî û rêvebirî. Navend hewl dide dewreyên piştevaniya derûnî û pîşeyî veke û xebatên civakî û qanûnî pêşkêş bike. Piştgiriya jinebî, sêwî, kal û pîr û astengdaran bike û derfetên pêkvejiyanê ji bo kesên ji kampa Holê vedigerin peyda bike.

Der barê xebatên navendê de hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê Cîhad Hesen got: "Ruxmî zehmetiyan jî me ev navenda taybet vekir. Wê xebatên civakî ji beşên civakê re pêşkêş bike."

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî vekirina navendê li şêniyên kantonê pîroz kir.

Dûre navend ji aliyê dayîka şehîd Şiyar Zagros Zelîxe Mhemed Muslim ve hate vekirin.

(şx)

ANHA