Li Reqayê mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin

Di Kongreya 3ˊyan a Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê de mecliseke nû ji 33 endam û serokekî hate hilbijartin.

Li Reqayê mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin
Li Reqayê mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin
Li Reqayê mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin
Li Reqayê mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin
Li Reqayê mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin
Li Reqayê mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin
Li Reqayê mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin
10 ÇILE, 2024   17:03
REQA

Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi diruşma ˊPartiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriya me dike yekˊ kongreya xwe ya 3ˊyan li hola Mişwar a Reqayê li dar xist.

Di kongreyê de endamên Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên ji partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di kongreyê de endama Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî axivî û wiha got: "Bi destpêka îsal re hêvî ber bi pêşerojê ve ne û bi hêviyên xwe li hev dicivin da ku soza xwe ji partî, rêveberî û hêzên xwe re nû bikin."

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cîhad Hesen rewşa siyasî nirxand û girîngî da êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên hikumeta Şamê û derxistina fitneyan, her wiha behsa şerê Rûsya-Ukrayna û şerê Hemas-Îsraîlê kir.

Hesen diyar kir ku ji bilî hilweşîna rejîmên desthilat û kapîtalîzmê ne pêkan e Şerê Cîhanê yê Sêyemîn were têkbirin.

Dûre endamê Melcisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq Îsmaîl rewşa rêxistinî xwend û piştre Îshaq El Dendel ji bo serokê Melcisa Reqa ya partiyê û Fatme El Elî ji bo cîgira serokatiya meclisê, Xedîce El Ceref weke berdevka Nivîsgeha Jin a Melcisa Reqa ya partiyê, Muwefeq Îsmaîl weke berdevkê Melcisa Ciwanan a Meclisa Reqa ya partiyê û 29 endamên meclisê hatin hilbijartin.

kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bû û cîgira serokê Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî daxuyanî xwend.

(fr)

ANHA