Ji bo şehîd Ednan Mistefa Mihemed merasîma sersaxiyê

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî da malbata şehîd Ednan Mistefa Mihemed û got ji bo rizgarkirina deverên dagirkirî dê rêya şehîdan berdewam bikin.

Ji bo şehîd Ednan Mistefa Mihemed merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Ednan Mistefa Mihemed merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Ednan Mistefa Mihemed merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Ednan Mistefa Mihemed merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Ednan Mistefa Mihemed merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Ednan Mistefa Mihemed merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Ednan Mistefa Mihemed merasîma sersaxiyê
1 gulan, 2024   14:26
REQA

Şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên herêmê û Meclisa Rêveber a kantonê tev li merasîma sersaxiyê ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ednan Mistefa Mihemed bûn ku li bajarokê Hikumiye yê Reqayê hate lidarxistin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ednan Mistefa Mihemed 24`ê Nîsanê di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan rûspiyê êla El Elî şêx Remadan El Rehal axivî û sersaxî da malbata şehîd.

El Rehal wiha domand: "Ji vir, ji konê rûmetê û serfiraziyê em sersaxiyê didin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û malbata şehîd Ednan. Em tevahî şehîdên hêzên leşkerî û ewlehiyê bi bîr tînin. Bi saya wan şehîdan em di nava ewlehiyê de ne û em soz didin ku rêya wan temam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.”

Her wiha hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Zelîxe Ebdî bi navê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê axivî û got: "Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan, serkeftin dê para me be."

(şx)

ANHA