Li Reqayê dibistana herî kevnar hate vekirin
Li Reqayê dibistana herî kevnar piştî sererastkirinê bi şahiyekê hate vekirin.
Dibistina Seretayî ya El Reşîd a li rojhilatê çerxerêya El Saa û destpêka kolana Quwetlî, li bajêr dibistana herî kevnar e ku sala 1957`an hatiye avakirin û gelek kesayetên girîng, endezyar, bijîşk, mamoste tê de xwendin. Dibistan di aloziyê de wêran bû.
Rêveberiya Xweser jî bi rêya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê dibistan sererast kir.
Di şahiya vekirinê de, hevserokatiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Zelîxe Ebdî, Xelef El Matar, cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed El Xelîl, endamên navendên perwerdeyê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û mamosteyên Reqayê hazir bûn.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed El Xelîl axivî û got: “Em vekirina ev navenda dîrokî ya kevnar pîroz dikin. Spasiya her kesî dikin ku destek da sererastkirina wê.”
Dûre şagirtên dibistanên El Reşîd û Balqîs bernameyên xwe yên têkildarî hevkariyê û dilsoziyê û hezkirina dibistanê pêşandan.
Dibistan ji aliyê hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Zelîxe Ebdî hate vekirin.
Tê bibîrxistin ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê û Meclisa Sivîl a Reqayê dibistana amadahî ya El Reşîd di 17`ê Cotmehê de vekir.
(şx)
ANHA