Rûsya du benderên Ukraynayê bombebaran kirin

Rûsyayê ragihand ku wê depoya sotemeniyê li bendera Odessa û keştiyek li bendera Mykolaiv bombebaran kiriye.

Rûsya du benderên Ukraynayê bombebaran kirin
1 tebax, 2026   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku wê êrişên hewayî biriye ser benderên Odessa û Mykolaiv yên li başûrê Ukraynayê.

Li gorî ajansa  Interfaxê ya Rûsyayê, depoya sotemeniyê ya li bendera Odessayê û keştiyek li bendera Mykolaiv hatin hedefkirin.

Li gorî Moskovê, bender ji aliyê  artêşa Ukraynayê ve ji nû ve hatiye bikaranîn. Der barê encamên êrişê û zeraran tu aliyan daxuyanî nedan.

(bb)