Li Qamişloyê pereyên nû bi dest nakevin

Li Qamişloyê welatî bi rêya sîstema `Sham Cash` û li navenda nivîsgeha postexaneyê pereyên kevn diguherînin. Welatî ji vê sîstemê ne razî ne û daxwaz kir ku were guhertin.

Li Qamişloyê pereyên nû bi dest nakevin
Li Qamişloyê pereyên nû bi dest nakevin
Li Qamişloyê pereyên nû bi dest nakevin
Li Qamişloyê pereyên nû bi dest nakevin
Li Qamişloyê pereyên nû bi dest nakevin
Li Qamişloyê pereyên nû bi dest nakevin
Li Qamişloyê pereyên nû bi dest nakevin
5 tebax, 2026   03:32
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Şêniyên Qamişloyê ev 2 roj e bi rêya sîstema `Sham Cash` li navenda postexaneyê pereyên xwe yên kevn diguherînin. Şêniyan diyar kir ku ji vê sîstemê ne razî ne û daxwaza çareseriyê kir.

Parêzer Selahedîn Yûsiv ji ajansa me re axivî û got: "Bi rêya sîstema Sham Cash pevguhertina pereyan nakeve ber xizmeta welatiyan. Mekanîzmaya pevguhertina perayan ne li gorî rewşa welatiyan e."

Welatiya bi navê Fehîme Elî jî got: "Gelek dikandar pereyên kevn qebûl nakin û pereyên nû jî li gel me nîn in. Navendên veguhastina pereyan keysbaziyê dikin."

Welatiyê bi navê Muhened Faris anî ziman ku tenê navendek têrê nake û wiha got: "Li Qamişloyê tenê navendek têrê nake ku em pereyan biguherînin. Bi saetan em li benda dora xwe ne da ku pereyên xwe biguherînin. Em ji aliyên têkildar dixwazin navendên nû yên pevguhertina pereyan vekin û sîstema Sham Cash biguherînin."

(np)

ANHA