DYA: Ji bo vekirina Tengava Hurmuzê dibe ku vê hefteyê li hev bikin

Wezîrê Xezîneyê yê DYA'yê Scott Bessent daxuyand ku di hevdîtinên bi Îranê re yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de pêşketin çêbûye û dibe ku heta roja Çarşemê li hev bikin.

DYA: Ji bo vekirina Tengava Hurmuzê dibe ku vê hefteyê li hev bikin
4 tebax, 2026   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Xezîneyê yê DYA'yê Scott Bessent daxuyand ku di hevdîtinên bi Îranê re yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê dibe ku li hev bikin.

Bessent ê ku ji CNBC'ê re axivî, got: "Em bi Îraniyan re diaxivin. Ez difikirim ku ji bo vekirina tengavê û veguheztina deryayî asayî bibe îro an jî sibê dibe ku li hev bikin."

Bessent li ser pirsa gelo Îran wê ji bo derbasbûna ji tengavê pere bistîne yan na? wiha bersiv da: "Ez difikirim ku ew ê bêtir li ser bingeha rêgeza tevgera serbest be. "

Bessent li ser bazarên enerjiyê jî nirxandin kir û anî ziman ku bi sedan keştî li benda derbasbûna ji Tengava Hurmuzê ne û got ku ger lihevkirinek çêbibe wê bihayên enerjiyê dakeve asta asayî.

Bessent destnîşan kir ku tevî li herêmê rageşî berdewam dikin jî di rojên dawî de gelek keştî ji tengavê derbas bûne û anaî ziman ku asayîbûna bazara enerjiyê wê li ser aboriya cîhanê encamên erênî derxe holê.