Li Helebê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin

Li gundê Encara yê rojavayê Helebê di êrişa çekdarên nenas de kesek hat kuştin û birayê wî bi giranî birîndar bû.

Li Helebê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
4 tebax, 2026   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li gundê Encara yê rojavayê Helebê çekdarên nenas ku li motorsiklêtê siwar bûbûn êrişek pêk anî. Di encamê de kesek hat kuştin û birayî wî bi giranî birîndar bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) têkildarî mijarê da zanîn ku kesê hatiye kuştin di dema rejîma Baasê de muxtarê gund bû, birayê wê jî rakirin nexweşxaneyê.

(f)