Li Qamişloyê bi daxwaza kêmkirina bihaya sotemeniyê çalakî

Xelkê bajarê Qamişloyê bilindkirina bihaya sotemeniyê protesto kir, daxwaza kêmkirina bihayan û başkirina rewşa jiyanî kir.

Li Qamişloyê bi daxwaza kêmkirina bihaya sotemeniyê çalakî
Li Qamişloyê bi daxwaza kêmkirina bihaya sotemeniyê çalakî
Li Qamişloyê bi daxwaza kêmkirina bihaya sotemeniyê çalakî
Li Qamişloyê bi daxwaza kêmkirina bihaya sotemeniyê çalakî
Li Qamişloyê bi daxwaza kêmkirina bihaya sotemeniyê çalakî
Li Qamişloyê bi daxwaza kêmkirina bihaya sotemeniyê çalakî
11 mijdar, 2026   17:42
QAMIŞLO

Şênî û dikandarên Qamişloyê bi diruşma “bes e ji bihabûn, bes e ji keysbaziyê re… em jiyanek bi rûmet dixwazin” çalakiyek li dar xist û daxwaza çareseriyên bilez ji bo krîza debarê kir, weke peydakirina mazota sobeyan bi bihayeke guncaw li gorî şiyana welatiyan.

Şêniyan pankartên bi daxwaza kêmkirina bihaya sotemeniyê û misogeriya peydakirina wê, başkirina şert û mercên debarê, peydakirina kehrebê bi awayekî birêxistinkirî hildan.

Şêniyan bang kir ku bilez tev bigerin, rewşa aborî çareser bikin, ji ber ku bihabûna sotemeniyê, qutbûna dubare ya kehrebê welatî westandine.

Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên li bajarên Cizîrê yên bi armanca çareserkirina krîzên sotemenî û kehrebê li dar dikevin de, hat lidarxistin.

(f)

ANHA